Xelata Aştiyê ya Nobelê Kurda Êzîdî Nadia Murad wergirt

Xelata Aştiyê ya Nobelê Kurda Êzîdî Nadia Murad wergirt

Nadia Murad a ku dîl ketibû destê DAIŞê, bi bijişkê kongoyî Denîs Mukgewe re, xelata Nobelê ya Aştiyê parve kir.

A+A-

nobelpris-001.jpgÎro parlamentoya Norveçê xelata Nobelê ya Aştiyê ya sala 2018an diyar kir. Keça Kurd a Êzîdî Nadia Murad bi bijijkê Kongoyî Denîs Mukgewe re xelata Nobela ya Aştiyê wergirt.

Naveroka Xelata aştiyê ku Nadia Murad û Denîs Mukgewe wergirtin, wiha hat diyarkirin:

”Ji bo têkoşîna wan a li dijî tundîtiya zayendî ango terora seksî ya li dijî jinan ku di şer û nakokiyên çekdarî de tê bikaranîn.”

 

nadia.jpg

Wek tê zanîn Nadia Murad di sala 2014an de ji aliyê DAIŞêê ve dîl hate girtin û dûvre ji destê wan filitî. Niha li Almanya dijî û 25 salî ye. Sala 1993 li Şingalê li gundê Koço hatiye dinê. Nadia Murad wek konsolosê mirovhezî yê Yekîtiya Netewî jî kar dike.

Piştî Malala Yousafzai ku di sala 2014an de wexta Xelata Aştiyê wergirt 17 salî bû, Nadiya Murad ciwantirîn kes e. Nadia 2016an de xelata fikra azadî ya Sacharov jî wergirtibû.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin