
Xebatên Tifaqa Welatperwer û Demokrat li Mêrdînê berdewam in
Van rojên dawîn ku ji hilbijartinên herêmî ra çar roj man, Namzetên serbixwe yên Mêrdînê Abdulkadîr Demîr û Şêxmûs Unal jî lezê dan xebatên xwe yên hilbijartinê.
A+A-
Namzetên serbixwe yên Tifaqa Welatperwer û Demokrat ên Bajarê Mezin ê Merdînê Abdulkadir Demir û yê Qoserê Şeyhmus Ünal , îro (26.03.2019) li Mêrdînê, li navçeya Dêrikê seredana du cîhên şînê kirin.
Paşê li gereka Yenişehirê û li bazara heftane ya gereka Rewza yê li gel Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, Serokê Giştî yê PSKyê Mesut Tek, endamên Komîsyona Mêrdînê ya Tifaqa Welatperwer û Demokrat, rêvebir û endamên PAK û PSKyê û hinek sîyasetmedarên Kurd, li esanafan û li xelkê li gel stranên Kurdî yên ku ji otomobîla hilbijartinê ve di nav bajêr de bilind dibû, belavoka hilbijartinê ya Tifaqa Welatperwer û Demokrat belav kirin.
Gel û esnafên Mêrdînê pêşewazîyeke germ nîşanî namzetên serbixwe yên Tifaqa Welatperwer û Demokrat dan.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin