XANEQÎN/ DAIŞ gefa kuştinê li gundên kurdan dike

XANEQÎN/ DAIŞ gefa kuştinê li gundên kurdan dike

Berpirsê PDKê yê baskê 15ê yê Xaniqînê ragehand, DAIŞ bi nivîskî gefan li gundên kurdan ên li Xaniqînê dike û gefa kuştinê li wan dike.

A+A-

Li gor BasNewsê Berpirsê baskê 15ê yê PDKê Şêx Cehfer Mistefa ragehand: ‘’Ji aliyê ewlehiyê ve bajar nayê parastin. Ew hewar hewara birayên YNKê bo parastina bajar kirin, ti bingeheke xwe tinebû. Ji ber asayiş û hêza kurdan li wê derê tine. Herwaha Heşdî Şeibî û Hêzên Iraqê jî desthilata wan nemaye, ji ber DAIŞ pir bihêz bûye.’’

Herwaha got, DAIŞ bi nivîskî gef li 5 gundên kurdan kiriye. Eger gundên xwe vala nekin dê wan bikujin. Naha gundê Merdan ku 25 mal tê de bûn bi temamî hatiye vala kirin. Çend gundeke din jî nîvê wan hatiye vala kirin. Û ragehand: ‘’Lê tişta cîhê gumanê ye çima tenê gef li ser gundên kurdan in. Gundên ereban jî hene. Vê derê de gumana têkeliya Heşdî Şeibî û DAIŞê heye. Berî çend rojekê jî min ji efserek Iraqî pirsî gelo ev kare yê DAIŞê ye yan ê Heşdî Şeibî ye. Ji min re got ê Heşdî Şeibî ye.’’

Şêx Cehfer Mistefa got, şeva borî demjimêr 11:00ê DAIŞê li gundê Husên Meme dan û ji ber wê jî 3 ciwan birîndar bûn.  

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin