WSJ: Fransa, Brîtanya û Avustralya dê herêma tampon ava bikin

WSJ: Fransa, Brîtanya û Avustralya dê herêma tampon ava bikin

Hûrgiliyên plana Amerîkayê ya bo herêma tampon, hatin bidestxistin. Li gor nûçeya The Wall Strett Journal, Amerîkayê, da ku piştî vekişîna wê şer di navbera Kurd û Tirkan neqewime, herêmeke tampon dê ava bike.

A+A-

Îdayeke nû li ser herêma tampon a ku piştî vekişîna Amerîkayê li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê dê were avakirin derkete holê.

Li gor nûçeya rojnameya Amerîkî Wall Strett Journalê, Amerîka dixwaze hevpeymaniyekê ji welatên Rojavayî pêkhatî ava bike da ku berê şer û pevçûnên di nav Tirkiye û Kurdan de bigire û herêma tampon a navhatî jî vê hevpeymanê biparêze.

Li gor nûçeya WSJê, daxwaz ev e ku herêma tampon wê ji aliyê Fransa, Brîtanya û Avustralyayê ve were avakirin. Hat gotin ku Amerika beramberî bicihkirina leşkerên van hersê welatan li şûna leşkerên Amerîkî, pêşniyaza alîkariya çekdarî jî kiriye.

Di nûçeyê de tê gotin Tirkiyeya ku sond xwariye herêma xwe ya tampon ava bikei li dijî vê fikrê derketiye. 

Herwiha hat gotin Amerîka soz daye van hersê welatan ku li Iraqê hêzeke reaksiyonî ya bilez dê bihêle da ku wexta pêdivî pê çêbû, bilez wê derbasî Sûriyê bibe.

Di nûçeyê de hat gotin ku Îlham Ahmeda ku aniha li Washîngtonê ye piştgiriyê vê planê kiriye

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin