Wezaretên Navxwe yên Herêma Kurdistanê û Iraqê dicivin

Wezaretên Navxwe yên Herêma Kurdistanê û Iraqê dicivin

Îro civîna wezîrên navxwe yên Herêma Kurdistanê û Iraqê li Hewlêrê dest pê dike û biryar e çend pirsên girîng guftûgo bikin.

A+A-

Îro civîna wezîrên navxwe yên Herêma Kurdistanê û Iraqê li Hewlêrê dest pê dike û biryar e çend pirsên girîng guftûgo bikin.

Di wê derbarê de Rêvebirê Giştî yê Dîwana Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê Samî Celal ragihand, şanda Bexdayê guftûgoyan derbarê pêwendî û hevahengiyên di navbera Wezerata Navxwe ya Herêma Kurdistanê û Bexdayê de dike û îro civîna her du wezaret dicivin û tewerên guftûgoyan jî diyar dikin.

Ji aliyê xwe ve Peyvdarê Wezareta Navxwe ya Iraqê Seid Mein ji, Hewlêr û Bexda tekeziyê li ser bihêzkirina pêwendî û hevahengiyê di hemû waran de dikin.

Got jî: Di civîna di navbera her du wezîran de guftûgo derbarê hevahengiya ewlehiyê û pevguhartina zanyariyên hewalgîriyê û hevahengiya di dosya tawanan de tên kirin.

Şeva bûrî Şanda Wezareta Navxwe ya Iraqê bi serokatiya Wezîrê Navxwe yê Iraqê Yasîn Yasirî û endametiya Rêvebirê Regeznameya Giştî, Rêvebirê Giştî yê Ragihandinê, Rêvebirê Giştî yê Hatûçûnê, Rêvebirê Jêderên Mirovî, Berpirsê Erkana Pasewanên Sînorî, Berpirsê Firokxaneyan û Cîgirê Rêvebirê Giştî yê Karûbarê Niştîcîbûnê gihîşt Hewlêrê.

Di wê derbarê de Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed  ragihand, “Wezîrê Navxwe yê Iraqê ligel şandeke bilind îro tê Herêma Kurdistanê û ji bo axaftina li ser pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de me ew vexwandiye.”

Rêber Ehmed got: Daxwaz ji Hikûmeta Iraqê dikin tîmên wê bên Herêma Kurdistanê û li ser koma pirsgirêkan guftûgoyên cidî bikin, ji ber me ji demekê ve tîm û şandên xwe amade kirine, ji bo çareseriya hemû pirsgirêkan bikin.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin