
Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyê serdana PAKa Batmanê kir
Şandeke Şaxa Amedê ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyê îro 21ê Mijdarê serdana teşkîlata Batmanê ya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) kir.
A+A-
Îro 21ê Mijdarê, şandeke Şaxa Amedê ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê, serdana Teşkîlata Batmanê ya Partiya Azadiya Kurdistanê kir.
Şande ji Barış Yavuz, Hêvîdar Önerarı, Murat Aba û Gulan Kaleli pêk dihat û ji aliyê Serokê Şaxa Batmanê ya PAKê Aziz Özdemir û rêvebir û endamên PAKê ve hatin pêşwazîkirin.
Şande, li ser xebatên xwe yên di derbarê piştgiriya wan bo kesên rastî îşkenceyan hatine de, agahî dan rêvebir û endamên PAKê û li ser mijarên rojanê bîr û rayên xwe anîn ziman.
Herwiha daxwaz hate kirin ku li ser xebatên weqfê di nav têkiliyê de bibin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin