Votel: Pêşmerge û hezên Iraqê divê bi hev re têbikoşin

Votel: Pêşmerge û hezên Iraqê divê bi hev re têbikoşin

Fermandeyê hêzên Amerîkayê li Rojhilata Navîn, General Joseph Votel ragihand, ku pir giring e pêşmerge û hêzên ewlekariya Iraqê bi hev re li navçeyên hevbeş li dijî DAIŞê kar bikin.

A+A-

Fermandeyê hêzên Amerîkayê li Rojhilata Navîn, General Joseph Votel roja Înê (29-06-2018) di civîneke çapemeniyê de ragihand: “Di rojên borî de min serdana Iraqê kir û li gel berpirsan civiyam. Min behsa karê hevbeş ê çareserkirina paşmayên DAIŞê kir. Herwiha min serdana Hewlêrê kir û li gel beşek ji hevbeşên me yên hêzên pêşmerge hevdîtin kir.”

 

Votel got: “Pir giring e, ku di çend rojên pêş de hêzên pêşmerge û hêzên Iraqî li gel hêzên me yên hevpeymanan li herêmê li dijî DAIŞê têbikuşin.”

 

Derbarê hevkariyên Amerîkayê ji bo Heşda Şeinî, ku ev hêz tevlî hêzên hikûmeta Iraqê bûne, Votel diyar kir: “Hikûmeta Iraqê yasaya Heşda Şeibî pesend kir û li gorî yasayan ev hêz tevlî hêzên ewlekariyê dibin û ev jî di bin berpirsiyariya hikûmeta Iraqê de ye. Em alîkariya hemû hêzan dikin, ku tevlî hêzên ewlekariyê bûne. Em li gorî rênimayên hikûmetê piştgirî didin Polîsê Federal, artêş û Hêzên Dijî Terorê.”

 

Ev daxuyanî di demekê de ye, ku Fermandariya Operasyonên Diyale ragihandibû, ku wan daxwaz kiriye bi beşdarbûna pêşmerge li dijî DAIŞê li Diyalayê operasyon were kirin.

 

Lê Fermdariya Hêzên 70 ya Pêşmerge jî dibêje, di vê derbarê de ti kesan li gel wan neşêwiriye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin