Vegera Şamê di berjewendiya her kesî de ye

Vegera Şamê di berjewendiya her kesî de ye

Aliyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê nêrînên wan ên cuda li ser encamdana danûstandinan bi hikûmeta Sûriyê re hene.

A+A-

Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) dibêje, encamdana danûstandinan bi Şamê re şaş e. 

 

Ji aliyê xwe ve Rêveberiya Xweser dibêje, ya herî baş ew e ku rêkeftinek di navbera hikmeta Sûriyê û Rêveberiya Xweser de çê bibe daku berjewendiyên hemû aliyan parastî be û ezmûna Efrînê û deverên din ê di bin kontrola Tirkiyê de dubare nebe.

 

Piştî gefên Tirkiye û egera avakirina navçeyekê bi razîbûma wê, di nav Rêveberiya Xweser de mijara danustandinan bi Şamê re bûye rojev.

 

Encûmena Sûriyeya Demokrat (MSD) ya ku du caran bi fermaî serdana Şamê kir û  negiheşti encamê dibêje tevî hewlan wan heya niha ti rêketinek çênebûye.

 

Endamê Serkitdayetiya MSD, Telal Mihemed dibêje: “Eger em wek Sûrî bifikirin û li navçeyên di bin destê Tirkiyê de binêrin, vegera Şamê di berjewendiya her kesî de ye.”

 

Roj bi roj rê liber Kurdan teng dibe, hinek ji şîrovekaran bi vî awayî behsa qonaxa hestiyar ya niha dikin, Partiya Pêşverû ku li dervey TEV-DEM û ENKSê ye dibêje ku eger ew navçe bi îdareyeke navdewletî be dê bibe alîkar di çareseriya pirsgirêkên deverê, lê eger bi îdareyeke Tirkî be  vegera Şamê çêtir e.

 

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Pêşverû Hesen Cengo got: “Eger rijîmê destpêşxerî kiriba û lihevkirinek siyasi çê biba, dê başba. Êdî Sûriyê jî tehmûl nake navçeyek aram yek li vir yek li ciheke din be, ev ne çareserî ye.”

 

Di hema çarçoveyê de, ENKS ku beşek ji hevpeyamaniya Opozisiyona Sûriyê ye, danustandinên bi hikumetê re, bi şaştiyeke mezin bi nav dike.

 

Endamê Komîteya Navendî ya PDKSê Ebdulla Nafih jî çûna şamê wek şaştî bi nav dike û dibêje: “Tiştek li cem hikumetê nemaye , biryar  niha di destê Amerîka, Rûsya, Îran û Tirkiyê de ye.”

 

MSD baskê siyasî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), li gorî zaniyariyên taybet , bi awayekî nehînî bi rayedarên Sûriyê re dicive, lê ji ber ku Şam îtîrafekî siyasî nake û tenê mafê wan ê rêveberiya bajêr ji aliyê xizmetguzarî dide, astengî liber rêkevtinê çêbûye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin