Ukrayna Supaya Pasdaran a Îranê dixe lîsteya terorê

Ukrayna Supaya Pasdaran a Îranê dixe lîsteya terorê

.

A+A-

 Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy ragihand ku welatê wî Supaya Pasdaran a Îranê dixe lîsteya terorê.

Volodymyr Zelenskyy got, "Ukrayna wan bi hezaran dronên cureyê Şahid ên ku bajar û gundên me kirin hedef, ji bîr nake."

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy li ser hesabê xwe yê fermî yê tora civakî ya Xê bi zimanê Farisî postek parve kir û tê de hewlên navneteweyî yên ji bo  terorîstnaskirina Supaya Pasdaran a Îranê kir erênî nirxandin.

Zelenskyy di posta xwe de got, "Hemû cîhan dibîne ka xelkê Îranê çawa tên kuştin û rejîma wî welatî çavkaniyeke qerase ji bo berfirehkirina şer û tundiyê li herêmê û cîhanê terxan dike."

"Biryar li cen me zelal bûye"

Serokê Ukraynayê di beşeke din a peyama xwe de amaje pê kiriye ku biryara terorîstnaskirina Supaya Pasdaran a Îranê li cem wan zelal bûye.

Zelenskyy do berdewamiyê jî de got, "Hemû terorîstên cîhanê hêjayî rûbirûbûn û şermezarkirineke wekhev in, nabe yek ji wan jî bi ser bikeve."

Tê gotin ku dronên xwekuj ên cureyê "Şahid 136" ên Îranê ku yek ji berhemên pîşesaziya leşkerî ya Îranê û bi taybetî ya Supaya Pasdaran e, di şerê Rûsya û Ukraynayê de bi awayekî berfireh hatine bikaranîn.

Her çi qasî berpirsên Îranê bi berdewamî red dikin ku di şerê Ukraynayê de dron dabin Rûsyayê lê roja 20ê Çiriya Pêşîn a 2022yan, Berdevkê Konseya Ewlehiya Niştimanî ya Amerîkayê John Kirby eşkere kiribû ku leşkerên Îranê li nîvgirava Kirimê rahênanê didin hêzên Rûsyayê da ku dronan bi kar bînin.

Îsraîl: Ev biryar ji bo azadiyê hatiye dayîn

Li aliyê din, Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gîdeon Saar biryara Serokê Ukraynayê Zelenskyy ya wekî rêxistineke terorîst naskirina Supaya Pasdaran a Îranê pîroz kir.

Saar derbarê biryara Ukraynayê got, "Em biryara Serokê Ukraynayê Zelenskyy ya pênasekirina Supaya Pasdaran a Îranê wekî rêxistineke terorîst bi qedr û qîmet dibînin.

Ev biryareke dîplomatîk û exlaqî ya giring e ku li dijî teror û zextê, ji bo azadiyê hatiye dayîn."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin