Trumpî Tirkiye bi tundî hişyar kir

Trumpî Tirkiye bi tundî hişyar kir

Serokê Amerîkayê Donald Trump di derbarê egera êrîşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê de hişyarî da Tirkiyê û ragihand, eger Tirkiye êrîşî Kurdan bike, dê ji aliyê aborî ve Tirkiyê birûxîne.

A+A-

Donald Trump di peyama xwe de ku li ser twîtera xwe weşandiye, têkildarî vekişandina hêzên wî welatî ji Sûriyê ragihandiye, ku "vekişandina hêzan weke ku dihate çaverêkirin, dest pê kiriye, di demekê de ku bi armancgirtina xelafeta DAIŞê ya ku li herêmeke biçûk maye, li gelek aliyan ve bi awayekê bihêz berdewam e."

 
Trump tekezî li ser berdewamiya êrîşên ser DAIŞê dike û dibêje, "eger DAIŞ xwe ji nû ve birêxistin bike, dê ji binkeya nêzîk a ku niha heye, careke din êrîşî wê rêxistinê bikin."
 
Trump herwiha hişyariyê dide Tirkiyê jî û dibêje: "Ez dê ji aliyê aborî ve Tirkiyê birûxînim, eger ku Tirkiye êrîşî Kurdan bike."
 
Serokê Amerîkayê herwiha dide xuyakirin, ku ew "naxwaze Kurd jî Tirkiyê tehrîk (provoke) bikin" û pêşniyara "avakirina herêmeke ewlehiyê ya 20 maylî" dike.
 
Donald Trump di beşeke din a peyama xwe ya twîterî de tekez dike, ku Rûsya, Îran û Sûriyê sûdmendê herî sereke yên siyaseta Amerîkayê ya jinavbirina DAIŞê li Sûriyê ne.
 
Trump di dawiya peyama xwe de dibêje: "Lê belê niha dema vegerandina hêzên me bo welat e. Bisekinin, dawiya şer nîne."
 

Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin jî, bersiva Serokê Amerîkayê Donald Trump da û got: "Birêz Donald Trump, nabe terorîst hevbeş û hevpeymanên we bin. Tirkiye hêvî dike ku Amerîka erkên xwe yên hevbeşiya stratejîk cîbicîh bike û ev yek di bin sîbera propagandeya terorê de nemîne."

 

Kalin li ser hesabê xwe yê Twitterê dibêje: "Birêz Donald Trump, weku yek hesabkirina Kurdan û PKK û baskên wê yên Sûriyê PYD/YPG şaşiyeke gelekî mezin e. Tirkiye dijî terorîstan têkoşînê dide ne Kurdan. Em dê Kurdan û Sûriyeyiyên din ji gefa terorê biparêzin."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin