Trumpî, Stratejiya nû ya Ewlehiya Netewî ya li Dijî Terorê ya Emerîkayê erê kir.

Trumpî, Stratejiya nû ya Ewlehiya Netewî ya li Dijî Terorê ya Emerîkayê erê kir.

Serokê Emerîkayê Donald Trumpî ragihand ku îro Stratejiya nû ya Ewlehiya Netewî ya li Dijî Terorê ya welatê xwe erê kiriye û got: "Di dema min de Emerîkayê têkoşîna li dijî terorê zêde kiriye."

A+A-

Trumpî got: "Di bin serektiya min de Emerîkayê têkoşîna li dijî terorê zêde kiriye. Digel hevkarên me yên Hevpeymaniyê me li Iraq û Sûriyê DAIŞ bi piranî ji holê rakir. Herwiha min dawî li peymannameya berbat a Emerîkayê ku piştgiriyê dida Supaya Pasdaran a Îranê û hêzên herêmî yên îranê anî.

Di raporta ku Trumpî îro erê kir de, nexasim zimanê tûj a li dijî Îranê bale kişand û bi taybetî 6 xal derketine pêş.

Di raportê de xalên ku derketine pêv ev bûn:

- Zeftkirina çavkaniyên îdeolojîk a terorîstan,

- Dûrxistina terorîstan a ji çavkaniyên ku alîkarî li wan dikin,

- Modernîzekirina amûrên Emerîkayê yên bo têkoşîna li dijî terorê,

- Pêkanîna parastin û mezinkirina binesaziya Emerîkayê,

- Berîlêgirtina radîkalîzmê,

- Astengkirina tevlîbûna li komên terorîst û

- Zêdekirina hevkariyê ya digel hevkarên nevneteweyî.

Li aliyekî din Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Serokê Emerîkayê John Bolton jî, li Koşka Sipî, li ser stratejiya nû ya Emerîkayê civîna çapemeniyê li dar xist û got:

"Me hay ji îdeolojiya terorîst a ku em rûbirûyî wê ne heye. Haya Serokê me jî bi vê yekê heye ku beyî haydarbûna îdelolojiya xetere ku em rûbirûyî wê ne, em bi terorîzmê nikarin."

Bolton da zelalkirin ku "Em li tevahiya îdeolojiyên ku xetereyan dihewînin dinêrin. Ne tenê îdeolojiyên Sunî, em li îdeolojiyên di bin bandora Şoreşa Îslamê ya Îranê ya 1979an de mane jî dinêrin."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin