Trumpî li Neteweyên Yekbûyî: Ew der xaka kurdan e! -VÎDYO-

Trumpî li Neteweyên Yekbûyî: Ew der xaka kurdan e! -VÎDYO-

Serokê Amerîkayê Donald Trump, di bersiva xwe de li ser pirsa Kurdistan24ê, pesnê rol û qurbaniyên gelê Kurd, di şerê li dijî terorê de da û got: Divê em alîkariya wan bikin, ewana miletekî mezin in.

A+A-

Berpirsê nivîsgeha Kurdistan24ê li Washingtonê Rehîm Reşîdî, ku Serokê Amerîka bi navê "Mister Kurd" bang li wî dike, di civîneke rojnamevanî de, ji Donald Trump pirsî, gelo pêwendiya Amerîka û Kurdan piştî şerê li dijî DAIŞê wê çawa be?

Di bersiva xwe de, Trumpî got: Em bizavan dikin ligel Kurdan bi hev re bin û niha jî her em bi hev re ne û em dixwazin bêtirb jî alîkariya wan bikin.

Serokê Amerîka got: Jibîr nekin ku, Kurd li ser axa xwe ne, divê em alîkariya wan bikin, ez dixwazim alîkariya wan bikim. Wan ligel me şer kir û ligel me mirin. Bi deh hezaran Kurd di şerê li dijî DAIŞê de bûne qurbanî. Ewana ji bo me û ligel me mirin û piştre ji bo xwe mirin.

Herwiha Trumpî got: Kurd miletekî mezin in û me ew jibîr nekirine û em wan jibîr nakin. Ez wan jibîr nakim ji ber ku ewana miletekî mezin in.

Li aliyekî din Serokê Amerîkayê di bersiva pirsa nûçegihanê Rûdawê de ragihand, ku ew gelekî ji Kurdan hez dike û got, Kurd şervanên baş in û neteweyeke mezin in û bal kişande ser wê yekê, ku wan heta niha gelek alîkariya Kurdan kiriye.

 Donald Trump diyar jî kir, ku Kurdan di şikandina DAIŞê de roleke sereke li Sûriye û Iraqê dîtine û ew niha lêkolînan dikin, ka çawan bikaribin zêdetir alîkariya Kurdan bikin.

 

Trump got: “Em gelek hevkariya wan dikin û weke tu bi xwe jî dizanî, em gelek dost bûn ligel wan û me mil bi milê hev şer kiriye. Hevdem di wê heyama borî de me DAIŞ li Rojhilata Navîn têk bir. Me ew yek, bi hevkariyeke mezin a Kurdan pêk anî. Ew şerkerên mezin in, tu bi xwe dizanî hinek kes şerkerên mezin in, hinek jî na. Kurd şerkerên mezin in, ew xelkekî gelekî gelekî mezin in, em tam niha vê mijarê gotûbêj dikin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin