Trump: Heke penaberan kevir biavêjine me, leşkerên me guleyan bibarînin

Trump: Heke penaberan kevir biavêjine me, leşkerên me guleyan bibarînin

Serokê Amerîkayê ragihand, ti welatek rê nade koçberan bi vê şêweyê berê xwe bidin wan û daxwaz dike ku koçberên neyasayî li ser sînorê welatan werin sînordarkirin.

A+A-

Serokê Amerîkayê Donald Trump di axavtineke xwe de behsa plana rêveberinê ya bo rûbirûbûna koçberên neyasayî kir û diyar kir, ku ti welatek bi xwe rê nade ku bi germî pêşwaziyê li hejmareke pir a nekontrolkirî ya koçberan bike, ku berê xwe dane sînorên wan. Ev tişat niha li ser sînorê Amerîkayê rûdide. Wan berê xwe dane sînorê me.

 

Serokê Amerîkayê destnîşan kir ku ew dawiyê li hatina pêl bi pêl a koçberan bo welatan tînin, ji ber ku bi gotina wî ew bargiraniyeke darayî dixine ser milê welatan û bo wê mebestê ew bi şêweyekî yasayî rûbirûyê pêlên koçberan dibin.

 

Donald Trump amaje bi wê yekê jî kir ku rêveberiya wî li ser temamkirina planekê mijûl dibin ku êdî rê nade vê şêweya berbelavbûnê, ku koçber sûdê ji sîstema penaberî ya Amerîkayê werbigirin û dê sînorên xwe bi rêya artêşê kontrol bikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin