Trump: Em ê li Sûriyê Kurdan biparêzin

Trump: Em ê li Sûriyê Kurdan biparêzin

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku piştî vekişandina hêzên Amerîkayê ji Sûriyê ew dixwazin li wî welatî Kurdan biparêzin. Trump herwiha got, hinek petrola wan heye wê jî difiroşin Îranê, lê ew qet vê yekê guncav nabînin.

A+A-

Serokê Amerîkayê Donald Trump li Koşka Spî di civîna kabineyê de axivî. Trump diyar kir ku wan ji bo vekişandina hêzên Amerîkayê ji Sûriyê 4 meh destnîşan nekirine û vekişandina wan dê bi demê re bibe.

 

Trump wiha got: “Em dê demeke diyarkirî ji Sûriyê vekişin. Em ji Sûriyê derbikevin jî em dixwazin Kurdan biparêzin.”

 

Di berdewamiya daxuyaniya xwe de Trump li ser pirsa derbar dema vekişandina hêzên Amerîkayê ji Sûriyê de wiha got: “Hinek aliyên wek Tirkiyê hez Kurdan nakin. Hinek alî jî berevajoyê wan in. Ez jî vê mijarê baş nabînim; hinek petrola wan heye wê jî difiroşin Îranê. Em qet vê yekê guncav nabînin. Lê di heman demê de me ligel Kurdan şer kir, em dixwazin wan biparêzin. Em naxwazin li Sûriyê mayînde bibin.”

 
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin