
Tirkiyê Şingal û çiyayê Qereçûxê bombebaran kirin
Serokerkaniya Giştî ya Artêşa Tirkiyê ragihand ku firokeyên şer ên Tirkiyê li Şingalê û çiyayê Qereçûxê pêgehên PKKê bombebaran kirin
A+A-
Hat gotin bombebaranan devera Bara û çend cihên din kirin armanc, lê hêj ziyanên ku derketine holê nayên zanîn.”
Herwiha Kampa Mexmûrê ku awareyên Bakurê Kurdistanê têde dijîn, hat bombebarankirin.
Hat ragihandin ku di bombebaranê de 4 kesan canê xwe ji dest dane.
Li gor zanyariyan, sê ji kesên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dan ji heman malbatê ne.
Hat gotin, Asya Elî Mihemed a 73 salî, keça wê Narinç Ferhan Qasim a 26 salî, neviya wê ya 14 salî Evîn Kawa Mehmûd û Eylem Mihemed Emer a 23 salî jiyana xwe ji dest dane. Malbat ji bo ku li sewalên xwe binerin dema ku diçin kox, balafirên şer ên TSK'ê wan bombebaran dikin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin