Tirkîye li Rojhilata Behra Sipî lêgerînên xwe da sekinandin

Tirkîye li Rojhilata Behra Sipî lêgerînên xwe da sekinandin

Tirkîye li Rojhilata Behra Sipî dest bi lêgerîna erdgazê kiribû, daye sekinandin.

A+A-

Jiber lêgerîna erdgazê li Rojhilatê Behra Sipî navbera Tirkye û Yewnenîstanê nexweşî derdiket, herdu alî jî ketîyên şer li Behra sipî bicih kiribû. Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel ketîbû nava herdû dewletan û daweta aramîyê kiribû.

Tirkîye cîyên ku nîqaş li ser  in erdgaz digerîya da sekinandin. Di derbarê mijarê de Berdevkê Serokomarê Tirkîyê Îbrahîm Kalin got “ Serokomar Erdogan ji me re got heta ev mijar zelal bibe em bisekinin”

Kalin dîyar kir ku Yewnenîstan cîranê wan e û her tim amade ne ku li gel wan hevdîtinan bikin.

Hefteya borî hukumeta Tirkîyê li derdora girava Meîsê Navtex (daxuyanî) belav kiribû û gelek keştîyê şer li wê derê bicih kiribû. Li ser vê yekê hukumeta Yewnenîstanê jî Navrex belav kir. Jiber vê nexweşîyê serokwezîra Almanyayê Angela Merkel ket nava herdu dewletan û bangî aramîyê kiribû.

Her wiha Tirkîye ji ber lêgerîna erdgazê li Behra Sipî bi dewletê Kibrisa Başur, Misir, Îsraîl û bi Yekitîya Ewropayê  jî dikeve nav pirsgirêkan.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin