Tirkiyê li dijî Kurdan çeteyan kom dike!

Tirkiyê li dijî Kurdan çeteyan kom dike!

Hat îdiakirin ku Îstîxbarata Tirkiyê MÎT, 700 kesên bi fermandariya TSKyê re tevdigerin, ji Helebê şandine herêma Rojhilata Firatê ku di bin kontrola HSDê de ye.

A+A-

Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan (SOHR) ku nêzîkî Hikûmeta Sûriyê ye, di nûçeya xwe ku disipêre hin çavkaniyan de ragihand, 700 milîsên Artêşa Azad a Sûriyê (ÖSO) ya girêdayî Tirkiyê, digel çekên xwe yên sivik, bi otobosên Tirkiyê, pêşî ji Efrînê bo Îskenderûnê hatine veguhastin û ji wirê jî derbasî herêmên li hemberî herêmên di bin kontrola HSDê an jî Rojavayê Firatê ku di bin kontrola hêzên Mertala Firatê hatine kirin. 

Rewangehê herwiha diyar kir, peywirdarên MÎTê li Efrînê civînek li dar xistine û fermana amadehiya operasyoneke nû ya li dijî HSDê daye rêxistinên ku beşdarî operasyonên Mertala Firatê û Çiqlê Zeytûnê bûne. 

Li aliyekî din di nûçeya navborî de hat gotin, îstîxbarata Tirk, bi armanca şer û pevçûnan di navbera Kurd û Erebên li herêmê derîne jî civînek li dar xistiye û ev fikr rasterast ji milîtanên girêdayî Tirkiyê re rave kiriye.

Herwiha, di nûçeyê de hate gotin hêzên tirk planê dikin ku di şerên li dijî Rojhilata Firatê milîsên Kurd ên girêdayî wan bi kar bînin ku bi vî awayî niyeta wan a bo derxistina şerê di nav xelkên Kurd û Eraban de dê dernekeve holê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin