Tirkiye ji Erebistana Si’ûdî îzna lêgerînê xwest

Tirkiye ji Erebistana Si’ûdî îzna lêgerînê xwest

Li gor ajansa Reutersê Tirkiye bo lêgerîna di derbarê rojnamevanê Erebistanê Cemal Kaşıkçi îznê xwest da li balyozxaneya Erebistanê bigere.

A+A-

Rojnamevanê Washington Postê  Cemal Kaşıkçı di 2 yê cotmehê de çûbû balyozxaneya Erebistanê û jê pê de ti agahî jê nehatibû sitendin. Welîahdê Erebistana Si’ûdî Muhammed bîn Selman roja înê gotibû ku ew amadene da îznê bidin Tirkiyê ku li balyozxanê lêgerînê bikin.

Destgirtiya rojnamevan ragihandibû ku heya ber balyozxanê bi hevre çûne û paşî ti agahî ji Kaşıkçı nestendiye.

Roja bûyerê bi 2 balafiran 15 kes ji Erebistanê hatine balyozxanê û paşî vegeriyane. Medya dinyayê besh dike ku dibe di nava balyozxanê de Kaşıkçı hatibe kuştin. Niha polîs û MİTa Tirkiyê li ser mijarê hûr bûne û lêpirsîna wan dewam dike. Li dîmenên kamerayê yên balyozxanê û balafirgehê lêkolînan dikin.

Erebistan mijara kuştina wî red dike û di derbarê 15 kesên ku ji Erebistanê hatine û 2 siet li balyozxanê mane de, ti agahî nade. Serokê komela medya Tirk û Ereb Turan Kışlakçı ragihandibû ku Kaşıkçı di balyozxanê de hatiye kuştin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin