Tirkiyê îro beşa duyem a sîstema S-400 wergirt

Tirkiyê îro beşa duyem a sîstema S-400 wergirt

Qonaxa duyem a veguhastina sîstema mûşekî ya S-400 a Rûsî bo Tirkiyê îro dest pê kir û parçeyên wê sîstemê gihîştin firokexaneyeke serbazî ya li Enqerê.

A+A-

Qonaxa duyem a veguhastina sîstema mûşekî ya S-400 a Rûsî bo Tirkiyê îro dest pê kir û parçeyên wê sîstemê gihîştin firokexaneyeke serbazî ya li Enqerê.

 

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand,di çaçroveya qonaxa duyem a veguhastina sîstema S-400 a Rûsî bo Tirkiyê de, îro parçeyên wê sîstemê bi rêya balafira veguhêzer a Rûsyayê gihîştin Balafirxaneya Serbazî ya Murted a li Enqerê.

 

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, veguhastina parçeyên batariyaya duyem a sîstema S-400 ji îro ve dest pê kir û dê heta mehekê bidome.

 

Wezîrê Bereveniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar duh ragihandibû, ku Sêşemiyê veguhastina beşa duyem a sîstema S-400 ji Rûsyayê bo Tirkiyê dest pê dike.

 

Cara ewil, veguhastina sîstema S-400 ji Rûsya bo Tirkiyê, roja 12ê Tîrmeha îsal dest pê kiribû.

 

Ji ber kirîna wê sîstema berevaniya esmanî, krîzeke mezin di navbera Amerîka û Tirkiyê de derketibû.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin