Tirkiye hêzên xwe li sînor zêde dike

Tirkiye hêzên xwe li sînor zêde dike

Arteşa Tirkiyê hêza xwe li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê zêde dike û hejmarek leşkerên taybet û wesaîtên leşkerî rêkir ser sînor.

A+A-

Artêşa Tirkiyê heft wesaîtên leşkerî û ligel hejmarek leşkerên taybet ji bajarê Rihayê birê kirin û li bajarokê Pirsûsê ya ser sînorê Rojavayê Kurdistan bicih kirin.

Zêdekirina hêzan di demekê de ye, gefên Tirkiyê ya li dijî rojhilatê Firatê zêde bûye û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan bi rijdî dibêje, ewê li dijî rojhilatê Firatê operasyoneke leşkerî bikin.

Herwiha du roj in jî şandeke leşkerî ya Amerîkî ji bo guftûgokirina egera avakirina herêma ewle li Rojavayê Kurdistanê li Enqerê bi berpirsên Wezareta Bergîriyê ya Tirkiyê civiyabûn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin