Tirkiyê Çiyayê Metîn bombebaran kirin

Tirkiyê Çiyayê Metîn bombebaran kirin

Firokeyên şer ên Tirkiyê Çiyayê Metîn û çend deverên din ên navçeya Amêdiye ya Duhokê bombebaran kirin û ji ber vê yekê agir bi dar û pûşan ket.

A+A-

Hat ragihandin ku firokeyên şer ên Tirkiyê îro danê sibê Çiyayê Metîn û Kanî Zerkê ya nêzîkî Berê Silê bombebaran kirin. Lê heta niha jî nayê zanîn ka ziyanên canî hene yan na.

 

Her wiha firokeyan ji bilî Çiyayê Metîn çend deverên din ên navçeya Amêdiyê bombebaran kirine.

 

Nîştecihê gundê Bilave ya bajarokê Dêrelûkê Fayiq Bilaveyê got: “Firokeyan geliyê Sergelê, gundê Berçê, Kurku, Kanî Zerkê ya devera Nihêlê dane ber bombeyan.”

 

Fayiq Bilaveyî diyar kir, ku ew gund vala ne lê ji ber bombebaranê ziyana madî çêbûye û agir bi dar û pûşên wan gundan ketiye.

 

Artêşa Tirkiyê jî ragihandibû ku duh bi şev firokeyên wan herêmên Avaşîn-Basyan û Zapê bombebaran kirine.

 

Hêjayê gotinê ye ku ev sêyemîn car e di vê heftiyê de firokeyên Tirkiyê sînorên navçeya Amêdiyê bombebaran dikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin