
Tirkiye ceza û dorpêça li ser Îranê nasepîne
Wezîrê Enerjiyê û Samanên Sirûştî yê Tirkiyê Fatih Donmez ragihand ku, tevî dorpêça li ser Îranê, Tirkiyê bi rêkeftinên bi Îranê re berdewam be û ew ê gazê ji Îranê bîne.
A+A-
Fatih Donmez ji televizyoneke Tirkiyê re diyar kir, Enqere salane nêzîkî 9.5 milyar M3 ji gaza sirûştî ji Îranê dikire û tekez kir, pêwendiyên bazirganiyê yên di navbera Tirkiye û Îranê de ne derveyî yasayê ne.
Donmez bi kûrbûna pêwendiyên bazirganiyê ya di navbera her du welatan de amaje kir û got, rêkeftina hawirdekirina gaza sirûştî ya bi Îranê re ta sala 2026an e û dê berdewam be.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin