Tirkiye bo destûra êrîşên asîmanî bixwaze diçe Rûsyayê

Tirkiye bo destûra êrîşên asîmanî bixwaze diçe Rûsyayê

Şandeyeke Tirkiyê ji bo rewşa nû ya Sûriyê gotûbêj bike û destûra qada hewayê bixwaze serdana Rûsyayê dike.

A+A-

Hat ragihandin ku şanda Tirkiyê ji bo gotûbêjkirina rewşa nû ya piştî biryara vekişîna Amerîkayê ji Sûriyê, bi Rûsyayê re gotûbêj bike û herwiha daxwaza vekirina qada hewayî ji bo operasyonên Tirkiyê bike.

Dê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Berevaniyê Hulusî Akar, Serokê Îstixbaratê Hakan Fîdan û Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin van rojan serdana Rûsyayê bikin û tê çaverêkirin “Pozîsyona Rûsyayê ya rewşa nû ya Sûriyê û vekirina qada hewayî ji bo Tirkiyê’ gotûbêj bikin.

Tê diyarkirin ku piştî vekişîna leşkerên Amerîkayê ji Sûriyê, dê parastina qada hewayî ya Sûriyê bikeve kontrola Rûsyayê ku Tirkiye jî wekî êrîşa ser Efrînê dixwaze careke din bi destûra Rûsyayê êrîşê ser Rojhilatê Firatê û Rojavayê Kurdistanê bike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin