
Tirkiyê bo Can Dündar û İlhan Tanırî Bultena Sor derxist
Tirkiyê bo rojnamevan û nivîskar Can Dundar û Îlhan Tanır Bultena Sor derxist û ji înterpolê daxwaza radestkirina wan kir.
A+A-
Rojnamevan Can Dundar û Îlhan Tanir, di doza rojnameya Cumhuriyetê de, bi tometa sixûrtî û aşkerakirina neheniyên dewletê tên tometbarkirin.
Her du rojnamevan jî niha li derveyî Tirkiyê ne û dadgeha Sizaya Giran a Stenbolê, bi sedema ku her du rojnamevan beşdarî rûniştinên dadgehê nabin, biryara anîna bizorê dan û jiber vê bi bultena sor a înterpolê daxwaza radestkirina wan kir.
Dundar û Tanir, belgeyên rawestandina barhilgirên MÎTê ku bo dijbereyên Sûriyê çek dibir di rojnameya Cumhuriyetê weşandibûn. Jiber vê derbarê wan de doz hatibû vekirin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin