
Tirkiye Andrew Brunsonî 12ê Cotmehê berdide
Keşe Andrew Brunson ku di navbera Tirkiye û Amerîkayê de bûye sedema krîzekê dibe 12ê Cotmehê bê berdan.
A+A-
Li gor rojnameya Cumhuriyet a tirkî 12ê Cotmehê Brunson careke din tê dadgehkirin û dibe di vê rûniştina dadgehê de Brunson bê berdan.
Hat ragihandin ku bi vî awayî Tirkiye dê nîşan bide ku dadgeh serbixwe ne û li gor wê rojnamê Tirkiyê di derbarê leşkerên Yewnanî jî heman polîtîka meşandibû. Li gor vê yekê herdu leşkerên Yewnanî 15ê Tebaxê bi awayekî ne çaverêkirî hatibûn berdan û piştre Wezîrê Derve yê Tirkiyê beşdarî civîna ne fermî ya Wezîrên Derve yên Yekitiya Ewropa li Vîyanayê bûbû.
Tê ragihandin dibe Tirkiye ligel Amerîksyê jî polîtîkayake wiha bimeşîne û di rûniştina 12ê Cotmehê de ew keşeyê amerîkî bê berdan. Tirkiye bi vê armanc dike tometên ku ‘li ser dadgeha zexta siyasî heye’ jinav bibe.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin