Tirkîye: 55 serbazên Sûrî li Idlibê hatine kuştin

Tirkîye: 55 serbazên Sûrî li Idlibê hatine kuştin

Wezareta Berevanîyê ya Tirkîyê kuştina 55 serbazên artêşa Sûrîyê li Idlibê ragihand.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Wezareta Berevanîyê ya Tirkîyê di daxuyanîyekê de ragihand, li gor dawî zanyarîyên ji gelek jêderan hatine, li Idlibê 55 serbazên artêşa Sûrîyê hatine kuştin.

Li devera Idlibê alozîya di navbeyna rejîma Sûrîye, Hêzên Rûsya û Tirkîye de ev çend roj in berdewam e. Artêşa Sûrîyê jî hejmarek ji serbazên Tirkîyê kuştibûn.

Li hemberê jî Wezareta Berevanîyê ya Tirkîyê ragihand, wan bersiva êrîşên artêşa Sûrîyê dane û 51 serbazên Artêşa Sûrîyê kuştibûn û 2 tank şikandine û tanekeke din jî desteser kirine.

Duhî Serokomarê Tirkîyê Recep Teyip Erdogan ragihand, heger serbazekî din ê Tirkîyê li Idlibê birîndar bibe, ewê hêzên rêjîma Sûrîyê li kû derê bin armanc bikin, heta ku derveyî sînorê têgihîştina Sûçî de bin jî.

K24

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin