Tirkiyê 100 hezar darên zeytûnê yên Efrînê jinav dibe

Tirkiyê 100 hezar darên zeytûnê yên Efrînê jinav dibe

Bi armanca ferehkirina rêya gundê Hemamê, Tirkiyê amêr, bagir û boldozer birine wî gundê ser bi Cindirêsê ve û dest bi projeya çêkirina rêyan di nava baxçeyên zeytûnan de kiriye. Bi pêkanîna vê projeyê, bêhtirî 100 hezar darên zeytûnan dê bêne hilkişandin

A+A-

Tirkiye li Herêma Efrînê, dest bi cîbicîkirina projeyekê dike, ku têde bi dehên hezarên darên zeytûnan tên jinavbirin.

 

Hate ragihandin ku ji roja Şemiyê ve hikûmeta Tirkiyê amêr, bagir û boldozer anîne gundê Hemamê yê ser bi nahiyeya Cindirêsê ve û dê dest bi projeya çêkirina rêyekê ber bi bajarê Efrînê ve bike.

 

Di vê projeyê de hikûmeta Tirkiyê dest bi karê firehkirina rêya navbera gundê Hemamê û bajarê Efrînê kiriye. Bi pêkanîna vê projeyê, bêhtir ji 100 hezar darên zeytûnan wê bêne rakirin. Bi vê yekê jî ziyaneke mezin digihêje welatiyên wê deverê.

 

Welatiyên Efrînê nerazî ne, lê li hember hikûmeta Tirkiyê û binpêkirinên wan, xelk bêçare maye û nizanin çi bikin.

 

Biryar bû ku ev rê bi 40 metreyî bê firehkirin, lê biryar hate guhertin ku firehbûna rê bibe 100 metre. Derbasbûna wê jî, di nav dar û zeviyên xelkê de ye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin