Times: Şam razî bûye Rêvberiya Xweser bide Kurd

Times: Şam razî bûye Rêvberiya Xweser bide Kurd

Raporteke rojnameya “Times” a Brîtanî aşkere kir, nankokî di navbera Rûsya û Tirkiyê de di derbarê çarenivîsa Kurd de hene û Rûsya li dijî wê yekê ye ku herêma bi ewle li bakurê Sûriyê ji Şamê bê birîn.

A+A-

Peyamnêrên wê rojnameyê yên li Moskoyê Richard Spencer Mark Bennetts di bin navnîşana “Rûbirûbûna Rûsya û Tirkiye derbarê çarenivîsa Kurd de” nivîsîne, “Ew rûbirûbûn bûye rastiyek, piştî ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin bîrokeya avakirina herêmeke bi ewle li bakurê Sûriyê bi armanca parasrtina sînorê Tirkiyê û dûrxistina şervanên Kurd red kir.”

Rojnameya Times a Brîtanî diyar kir, piştî civîna Erdogan û Putin li Moskoyê, di konferanseke rojnamevanî de Erdogan behsa herêma bi ewle li bakurê Sûriyê û nehîştina YPGê û DAIŞê kir, lê li hemberê Putin tekez kir, pêwîst e Tirkiye, Kurd û Şamê danûstandinan bikin û pirsgirêkan çareser bikin.

Rojnamê aşkere kir jî, danûstandina di navbera Kurd û Şamê de bi awayekî kirdarî piştî biryara vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê destpê kiriye û her du aliyan lihev kirine ku hêzên Kurdî cihên xwe yên nêzîkî sînorê Tirkiyê radestî hêzên Sûrî bike, li hemberê jî Kurd Rêveberiya Xweser werdigirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin