Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinê çû serdana HUDA-PARê

Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinê çû serdana HUDA-PARê

Li Amedê, Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinê ku îro ji aliyê 5 rêxistinan ve hate damezirandin dest bi xebatê kir. Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinê serdana xwe ya pêşî bo HUDA-PARê kir.

A+A-

hudapar-1-1-1-.jpg

Li ser navê Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinê, Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Özçelik, Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Turkiye (PDK-T) Mehmet Emin Kardaş, Serokê Platforma Demokratên Kurdistanê (PDK) Sertaç Bucak, Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Mesut Tek û Berdevkê Hereketa Îslamî ya Kurdistanê (Hereketa Azadî) Ayetullah Aşitî û Berpirsiyarê Karên Siyasî yê Tevgera Azadî Sıdkı Zilan digel Serokê Giştî yê HUDA-PARê Zekeriya Yapıcıoğlu re civiyan.

Şandeya Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinê, vê tifaqê bi Yapıcıoğlu re da nasîn û nameyek pêşkeşî Serokê HUDA-PARê kir ku tê de esasên bingehîn ên vê tifaqê nivîsandîbûn.

Herdu alî jî li ser divêtiya danûstandinên dîtir bo hilbijartinên pêşwext li hev kir.

Di hevdîtinê de herwiha hate gotûbêjkirin ku Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinê digel HUDA-PARê re cardin bicive û li ser hilbijartinan cardin biaxive.

Hevdîtin di atmosfereke erênî de derbas bû.

hudapar-2-001.jpghudapar-1.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin