'Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinê' çû serdana HDPê

'Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinê' çû serdana HDPê

'Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinê' ya ku bi 5 partî û hereketên Kurdistanî pêk hatî, îro çû serdana Partiya Demokrasiyê ya Gelan (HDP). Serokê PAKê Mustafa Özçelik got 'Civîn erênî derbas bû'

A+A-

hdp-ozcelik.jpg

Îro Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinê digel Hevseroka Giştî ya HDPê Pervîn Buldan,Serokê Beledîyeya Mêrdînê yê berê Ahmet Türk û rêvebiriya HDPê re li Teşkîlata HDPê ya Amedê civiya.

Di civîna ku ji çapemeniyê re girtî bû, Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinê nameyek radestî Hevseroka Giştî ya HDPê Pervîn Buldanê ku tê de li ser prensîbên siyasî daxwaza berfirehkirina tifaqa hilbijartinê diyarkirî bû.

Hevseroka HDPê Buldanê bi awayekî pozîtîf pêşwazî vê daxwaza Tifaqa Kurdistanî ya Hilbijartinê kir û got: 'Di demeke kurt de em ê bersiva vê daxwazê bi awayekî nivîskî bidin.'

Piştî civînê, Tifaqa Kurdistanî û Pervîn Buldanê, daxuyanî dane çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Serokê PAKê Mustafa Özçelik bi kurdî, Hevseroka HDPê Buldanê jî bi tirkî agahî dane rayagiştî.

 

'ÖZÇELİK: CIVÎN ERÊNÎ DERBAS BÛ'

Piştî civinê endamê tifaqê û Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelik daxuyanî da û got:

"Ji bo pêşwaziyê em li ser navê Tifaqa hilbijartinê ya Kurdistanê spas dikin. Em ji bo hilbijartinê û tifaqek berfireh hatin serdanê. Dema me weke 5 partiyan tifaqa xwe ragihand me prensibên xwe yên tifaqê jî aşkere kiribû. Me gotibû yên ku van prensiban qebûl bikin em ê bi wan re tifaqê ava bikin. 
Têkildarî vê mijarê de nameyek ya ku ji van prensiban pêk tê me da birêz Pervin Buldan.

Di vî warî de hevdîtina me erênî ye. Hevalên HDPyî wê biryara xwe ya dawîn bi rêveberiya xwe re bidin. 

Özçelik her wiha got: "Beriya 2 rojan me digel HUDA-PARê jî hevdîtinek kiribû. Daxwaza me ew e ku ev tifaq berfireh bibe."

 

Piştî civînê Pervîn Buldan keyfxweşiya xwe ji serdana partiyên Kurdistanî anî ziman û got, daxwazên Partiyên Kurdistanî di heman demê de daxwazên wan yên hevpar in. Ewê ji bo berferehkirina hevpeyamaniya kurdan hewlê bidin û xebatê bikin.

Hevseroka HDPê Pervîn Buldan li pêş deriyê nivîsgeha partiya xwe ji rojnamevanan re got: “Em gelek keyfxweş in ku ev 5 partiyên Kurdistanî serdana partiya me kirin.  Beriya Hilbijartinên 24ê Hezîranê hevpeyminya Kurdan ji bo paşarojê gelek girîng û watedar e. Partiyên Kurdistanî çend daxwaz ji me kirin. Daxwazên wan di heman demê de daxwazên me yên hevpar in. Bêgûman daxwazên wan mirov dikare qebûl bike.”

Got jî: “Emê di zûtirîn dem de bersivekê bidin wan. Berfirehkirina vê hevpaymaniyê ji bo paşaroja Kurdan watedar e. Ji ber vê yekê dê hevdîtinên me berdewam bikin. Ji bo mezintirkirina vê hevpeymaniyê emê hewl bidin û berpirsiyariyên xwe bînin cih.”

Di şanda partiyên Kurdistanî de Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelik, Serokê Giştî yê PDK Sertaç Bucak, Serokê Giştî yê PDK-T Mehmet Emin Kardaş, Serokê Giştî yê PSKê Mesut Tek û Berdevkê Hareketa Azadî Ayetullah Aştî amade bûn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin