Suryanî,Ermenî û Keldanî li Dêra Dayîka Meryemê ayîn li dar xist

Suryanî,Ermenî û Keldanî li Dêra Dayîka Meryemê ayîn li dar xist

Ji ber ku dêrên wan li Sûra qedexekirî ye û hatine kavilkirin, cemaetên Ermenî û Keldanî jî li Dêra Dayîka Meryem a Suryanî Noela jidayîkbûna Pêxember Îsayî pîroz kir.

A+A-

Li Dêra Dayîka Meryemê ya Suryaniyan ku tekane dêra çalak a li Amedê ye, bi ayîneyekê bo Noela jidayîkbûna Pêxember Îsayî pîroz kir.

Digel ku Dêra Dayîka Meryemê ya Suryaniyan e, çima ku dêrên Ermenî û Keldaniyan li navçeya Sûrê ye ku aniha ketina wê qedexe ye û dêrên wan hatine kavilkirin, cemaetên Ermenî û Keldanî jî, li Dêra Dayîka Meryemê, beşdarî merasîma Noelê bûn.

Ayîn, bi rêvebirina Keşayê Suryanî Yusuf Akbulutî nêzîkî 2 saet û nîv dewam kir û cemaeta Suryanî mûm pêxistin û dia xwendin. Hin welatiyên Elewî û Sunî jî beşdarî merasîmê bûn.

Ji ber ku dêrên wan li herêmên qedexekirî ne û hatine kavilkirin, cemaetên Ermenî û Keldanî jî tevlî merasîma Dêra Dayîka Meryemê bûn. 

Keşayê Dêra Dayîka Meryemê Yusuf Karabulut wisa got: "Îro cejna jidayîkbûna Îsa Mesîh e ku me pîroz kir. 25ê Kanûnê Cejna Noelê ye. Em hatina Îsa Mesîhî, jidayîkbûna weke Cejn pîroz dikin. Me merasîm kir, agir pêxist. Beriya 2000 salan şivan û ferîşteyan ango melaîketan agirek pêxistibûn û navê Xwedê bilind nirxandibûn. Me jî bi wî awayî agir pêxist li virê. Bila Cejna Noelê, aştî û biratiyê bîne cîhanê.

Endamên Suryanî, Keldanî û Ermenî piştî merasîma pîrozkirina Noelê, çûn serdana cînarên misilman ên dêrê û cejna wan jî pîroz kir.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin