Straneke Kurdî dizîne û kirine strana hilbijartinê ya MHPê

Straneke Kurdî dizîne û kirine strana hilbijartinê ya MHPê

Li ser tora civakî nîqaş ev e ku sitrana hilbijartinê ya MHPê ya ku ji aliyê Mustafa Yildizdogan ve hate amadekirin, pir dişibe sitraneke Kurdî.

A+A-

Hate gotin ku sitrana hilbijartinê ya MHPê ya bi navê 'Hep Birlikte Türkiye'yiz' (Em bi hev re Tirkiye ne) û sitrana Koma Berxwedan a bi navê 'Buheşta Cîhanê' ya ku di sala 1991ê de hatibû gotin, heman sitran in.

Hesaba twîtterê ya bi navê 'Serhat Eyalet Lordu' ku berê jî bi deşîfrekirina sitranên Kurdî yên ku ji aliyê sitranbêjên Tirk ve, wergerandine bo Tirkî û beyî ku çavkaniya wan a resen nîşan bidin, dizîne dihat nasîn, angaşteke nû kir.

Serhat Eyalet Lordu îdia kir ku sitrana hilbijartinê ya Partiya Tevgera Nijatperest (MHP) 'Hep Birlikte Türkiye'yiz', strana Koma Berxwedanê ya bi navê 'Buheşta Cîhanê' ye ku newaya wê dizîne û kirina strana MHPê.

Serhat Eyalet Lordu li ser twîtterê bo Mustafa Yıldızdoganî got: 

"Birêz Mustafa Yıldızdogan, gelo tesaduf e ku muzîka vê strana ku te ji bo partiyekê ew kiriye sitrana hilbijartinê û ya sitrana Koma Berxwedan a ji albuma sala 1991ê heman sitran e."

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin