Siyasetmedar Nurettin Yılmaz koça dawî kir

Siyasetmedar Nurettin Yılmaz koça dawî kir

Siyasetmedarê kurd, parlementerê berê yê Mêrdînê Nurettin Yilmaz di 80 saliya xwe de li Enqerê koça dawî kir.

A+A-

Yekem namzedê serokomariya Tirkiyê ê kurd Nurettin Yilmaz ê ku sê serdema li parlementoyê Tirkiyê parlementerî kir li Enqerê jiyana xwe ji dest da.

Nurettin Yilmaz yek ji medûrên herî navdar ê derbeya leşkerî ya 12ê Îlonê bû.

NURETTIN YILMAZ KI YE?

Nurettin Yilmaz di sala 1938an de li Cizîra Botan a Şirnexê jidayik bû. Li Zanîngeha Enqerê beşa Hiqûqê xwend; parêzerî û dadwerî kir. Yilmaz ji lîsteya CHPe û ANAPê parlementeriya Mêrdînê kir. Di sala 1977an de li Mêrdînê weke parlementerê berê hat hilbijartin. Di dema Serokomarê berê yê Tirkiyê Fahri Koruturk de bû namzedê Serokomariya Tirkiyê û 80 deng wergirt. Yilmaz di dema derbeya leşkerî ku parlementerê Mêrdînê bû ji doza 49an hat darizandin, hat girtin û ligel Ahmet Turk li girtîgeha Amedê 3 salan raza. Yilmaz yek ji medûrên derbeya leşkerî bû. Yilmaz bi navê ‘Yakin Tarihin Tanigiyim' (Ez çavdêrê Dîroka Nêz im) kitêbek nivîsandibû û behsa dîroka nêz û serpêhatiyên xwe kiribû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin