
Şêxmus Ehmed: Neteweyên Yekbûyî li Rojavayê Kurdistanê tenê alîkariyê dide 5 kampan
.
Hevserokê Ofîsa Kar û Barên Koçber û Penaberan a Rêveberiya Xweser Şêxmus Ehmed ragihand ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 10 kampên fermî hene lê Neteweyên Yekbûyî tenê 5 ji wan nas dike û alîkariyê dide wan.
Hevserokê Ofîsa Karû Barên Koçber û Penaberan a Rêveberiya Xweser Şêxmus Ehmed derbarê rewşa dawî ya koçberan de agahî dan Tora Medyayî ya Rûdawê.
Ehmed da zanîn ku ji bilî kampên fermî bi dehan kampên nefermî û navendên demkî jî hene ku bi sed hezaran kes lê dimînin.
Şêxmus Ehmed diyar kir ku kamp li gorî cografyayê hatine dabeşkirin û got:
“6 kamp li Kantona Cizîrê, kampek li Dêrezorê, kampek li Reqayê û du kamp jî li Kantona Tebqayê ne.”
Wî her wiha amaje pê kir ku li Tebqayê du kampên din ên taybet ji bo koçberên Efrîn û Şehbayê hene.
"Pêla koçberiyê ya ji Şehba û Helebê"
Şêxmûs Ehmed li ser hejmara koçberan diyar kir ku li gorî amarên li ber destê wan, zêdetirî 100 hezar kes di kampên fermî de dimînin û nêzîkî 100 hezarên din jî li navendên demkî û kampên nefermî belav bûne.
Ehmed bi bîr anî ku sala borî herêm rastî pêlên mezin ên koçberiyê hatiye û got:
“Nêzîkî 120 hezar kes ji herêmên Til Rifet û Şehbayê ber bi rojhilatê Feratê ve koçber bûn.
Her wiha 25 hezar kesên din jî ji gundewarên rojhilatê Helebê ber bi heman herêmê ve hatin.”
"Neteweyên Yekbûyî tenê 5 kampan nas dike"
Şêxmûs Ehmed derbarê piştgiriya navneteweyî tekez kir ku ji van kampan tenê 5 kamp ji wan ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve bi fermî hatine naskirin û alîkariyê werdigirin.
Ew kamp jî ev in: Hol, Roj, Newroz, Erîşe û Mehmûdlî.
Li gorî agahiyên ku Ehmed dane, kampên din ji bo dabînkirina pêdiviyên xwe, bi giranî pişta xwe bi alîkariyên hinek rêxistinên navneteweyî û xwecihî ve girê didin.
Şêxmus Ehmed her wiha destnîşan kir ku ew kamp ti alîkarî ji hikûmeta Sûriyeyê wernagirin û li pey çû:
“Di çarçoveya vegera malbatên Sûriyeyî yên ji kampên Hol û Roj de jî heta niha di navbera hikûmeta Sûriyeyê û Rêveberiya Xweser de ti hevahengî ji bo asankirina vegera wan malbatan a ji bo ser cih û warên wan nîne.”
"Vegera koçberên Efrîn û Serê Kaniyê"
Şêxmûs Ehmed ki ser mijara malbatên biyanî yên DAIŞê, proseya vegerandinê ya ji bo welatên wan wekî “gelekî hêdî” bi nav kir û got:
"Ev yek bi temamî bi daxwaz û hevkariya welatên wan ve girêdayî ye."
Derbarê vegera koçberên Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê de jî Şêxmus Ehmed got:
“Vegera wan bi bicihanîna Peyman 10ê Adarê, derketina hêzên Tirkiyeyê û komên çekdar ên ser bi wê ve û valakirina malên koçberan ve girêdayî ye.”

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin