Şewitandina daristanên Efrînê didome

Şewitandina daristanên Efrînê didome

Çalakvanên bajarê Efrînê çendîn wêneyên şewata daristanên derdora gundê Şedya, yê ser bi Raco ve belav kirin û dan xuyakirin ku ew agir bi mebest hatiye pêxistin.

A+A-

Berî niha jî agir bi daristanên herdu navçeyên Şera û Bilbilê yên Efrînê ket û heya demeke dirêj, ew agir nehat vemirandin.

Di roja 23ê Tîrmeha derbasbûyî de jî, Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê ragihand, ku li gundê Mersawa yê navçeya Bilbilê, agir bi zeviyekî darên zeytûnan ket û bêtirî hezar û 200 darên wî zevî şewitîn û li gundê Bêla yê navçeya Bilbilê agir bi daristanan ket û gihişt nava gund, lê berî ku ji bin kontrolê derkeve, ji aliyê gundiyan ve hat vemirandin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin