Ziyanên lehiya Hewlêrê.. Termê qurbaniyekî din hate dîtin

.

Li nahiya Qoştepe ya Hewlêrê, cenazeyê qurbaniyekî din ê lehiyê hat dîtin.

Rêveberê Nahiya Qoştepe Star Hacî diyar kiriye, şeva borî cenazeyê kesekî din li gundê Paştepe ji aliyê welatiyan ve hate dîtin ku di lehiyê de xeniqî bû.

Herwiha eşkere kiriye, lehiyê otomobîlek dabû ber xwe ku 4 kes tê de bûn, destpêkê cenazeyên 3 kesan hatibû dîtin, cenazeyê kesê din jî piştî demekê hat dîtin.

Star Hacî destnîşan kiriye, kesê çarem yê termê wî hatiye dîtin, bi regez Nîpalî ye û niha termê wî li Rêveberiya Bijîşka Dadî ya Hewlêrê ye.

Rêveberê Nahiya Qoştepe herî dawî daye zanîn: ‘‘3 kesên din ên ku cenazeyê wan bi hev re hatibûn dîtin, kesekî Nîpalî, kesekî Tirk û kesekî Kurd bû.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin