Zelenskyy: Hêzên Rûsî Wê Mîna Nazîyên Almanya Têk Biçin

.

Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy ser Roja Serketinê ya Ewrupa soza têkbirina hêzên Rûsî da û got ku ewê hêzên Rûsî wek têkbirina Nazîyan têk bibin.

‘’Hemî xirabîyên kû Rûsya ya niha bi şûnde anîne, wê mîna şikestina Nazîzmê têk biçin.’’

Ev axaftina Zelenskyy di 8ê Gulanê tê ku Nazîyên Almanya di heman roja sala 1945’an de teslîm bûbûn.

Dîsa ev axaftin rojeke berî Roja Serketinê ya 10’ê Gulanê ya Moskowê ye ku Rûsya di vê rojê de serketina Yekîtîya Sovyetê ya dema Cenga Cîhanê ya Duyê pîroz dike.

Şerê Rûsya û Ukrayna di Sibata 2022’yan vir ve didome û çaverê ye Ukrayna di rojên pêş de êrîşên xwe yên dijî hêzên Rûsî berfireh bike ku ew hêzên wê ji welêt derxîne.

Jêder: AFP

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle