Zelenskiy: Em ê xwe biparêzin

.

Serokê Dewletê yê Ukraynayê Zelenskiy derbarê operasyona leşkerî ya ku Rûsyayê li dijî herêma Donbassê daye destpêkirin de got: “Heke êriş li ser jiyana me, azadiya me û zarokên me pêk were, em ê xwe biparêzin.” 

Serokê Dewletê yê Ukraynayê Vladimir Zelenskiy derbarê operasyona leşkerî ya Rûsyayê ya li herêma Donbassê da destpêkirin de daxuyanî da. Zelenskiy wiha got: “Heke êriş li ser jiyana me, azadiya me, zarokên me bike, em ê xwe biparêzin, em ê êriş nekin, em ê xwe biparêzin." Zelenskiy destnîşan kir ku dê li hemû herêmên welêt rewşa awarte bê ragihandin.

Li aliyê din Zelenskiy piştrast kir ku li dijî welatê wan êrişên bi moşekan pêk hatiye û êrişa moşekan li dijî mufazakarên sînor pêk hatiye. 

‘EM BI HÊZ IN’ 

Zelenskiy pişt re li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal daxuyanî da û banga aramiyê li xelkê xwe kir û xwest kes ji malên xwe dernekeve û got: “Em dixebitin. Em bi hêz in. Em ê her kesî têk bibin, çimkî em Ukrayna ne.” 

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle