Zekeriya Huserî: Li Efrînê gelek guhertin çêdibin

.

Lêkolîner Zekeriya Huserî li ser rewşa dawî ya herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê diyar kir, beriya niha Efrîn û Çiyayê Kurmênc ser rêveberiya Hikûmeta Demkî ya Opozîsyona Sûriyê bû, lê niha Efrîn çûye ser rêveberiya Hikûmeta Înqaz ku ser bi Heyet Tehrîr El-Şam e.

Zekeriya Huserî beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û rewşa herî dawî ya herêma Efrînê nirxand, ku çend roj berê Heyet Tehrîr El-Şam derbasî nava bajarê Efrînê bûbû.

Huserî li ser derbasbûna Heyet Tehrîr El-Şam bo nav bajarê Efrînê diyar kir:  "Ev tê wê wateyê ku dê gelek guhertin çêbibin. Ji aliyê siyasî ve lihevhatinek heye, helwesteke Tirkiyê tune ye. Hinek grûpên ku berê ser bi Tirkiyê ve bûn û desthilat bûn li Efrînê, tevlî grûpa Tehrîr El-Şam bûn.”

Li ser guherîna rewşa siyasî ya herêma Efrînê diyar kir, ew grûpên çekdar ên ku berê desthilat û dagirker bûn li Efrînê, îro ti nûnertiya wan nema, tenê nûnertiya Îtilafa Opozîsyona Sûriyê hinek deverên din ên Kurdan ên weke Serê Kaniyê û Girê Spî tenê maye.

Ji aliyê rêveberiya herêma Efrînê jî destnîşan kir, beriya niha Efrîn û Çiyayê Kurmênc ser rêveberiya Hikûmeta Demkî ya Opozîsyona Sûriyê bû, lê niha Efrîn çûye ser rêveberiya Hikûmeta Înqaz ku ser bi Heyet Tehrîr El-Şam e.

Derbarê bêdengiya hikûmeta Tirkiyê li hember derbasbûna Tehrîr El-Şam bo nav Efrînê, Zekeriya Huserî diyar kir ku bêdengiya wê, tê wateya razîbûna wê û Tirkiye ji grûpên çekdar ên li Efrînê agahdar e, ku hemû grûp li dijî Heyet Tehrîr El-Şam şer nekirin, hinek ji wan tevlî wê bûn.

Çavkanî

Kurdistan Haberleri

Pîrozkirina Roja Alaya Kurdistanê Li Danîmarka
PWK: Em Çêr û Heqaretên Li Hemberî Leyla Zanayê Hatine Kirin Şermezar Dikin
Berdevkê ENKSê: Bêyî naskirina mafên Kurdan, aramî li Sûriyeyê pêk nayê
Lêxwedîderketina Alaya Kurdistanê, lêxwedîderketina ked, têkoşîn û bedelên gelê me û şehîdên me ne
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be