Zêdetirî 7 hezar kes bûne qurbaniyên mayînan

Rêveberê Ragihandinê yê Saziya Paqijkirina Mayînan li Silêmaniyê ragihand ku heta niha 7 hezar û 484 kes bûne qurbaniyên mayînan.

Rêveberê Ragihandinê yê Saziya Paqijkirina Mînan li Silêmaniyê Ehmed Fetah ragihand ku li herêmên Silêmaniye û Helepçe, bermayên şerê Iraq û Îranê metirsiyeke mezin li ser jiyana xelkê ava dikin û got heta niha 7 hezar û 484 kes bûne qurbaniyên mayînan.


 

Ehmed Fetah ragihand ku li Herêma Kurdistanê, di rûberekî bi berfirehiya 234 metre çargoşe mayîn hatibûn danîn û got, “Heta niha devereke ji 62 milyon metre çargoşe hatiye paqijkirin. Lêbelê hêj di qadeke bi berfirehiya 172 milyon metre çargoşe ya ku mayîn lê hatine dayîn, maye. Tê pêşbînîkirin 127 hezar mayîn û teqemenî li van deveran hebin.”


 

Ehmed Fetah destnîşan kir ku li gor daneyên fermî, heta niha 6 hezar û 9 kesan di encama teqîna mayînan de canê xwe ji dest dane û hezar û 475 kes jî birîndar bûne.


 

Wî rêveberî herwiha aşkere kir ku bi mebesta paqijkirin û parastina ji mayînan li gelek deveran 2 hezar 400 serdan encam dane û li ser vê mijarê xelk agahdar kirine.


Li Herêma Kurdistanê xebatên paqijkirina mayînan ku di heyamên cuda de hatine danîn berdewam dikin. Lêbelê li gor daneyên dezgehên peywendîdar, heta niha tenê ji sedî 30 ê wan zeviyên ku mayîn lê hatine danîn, hatine paqijkirin.

Siyaset Haberleri

Îtaliyayê, karê konsûliya balyozxaneya xwe Ii Îranê de daxist
Ukrayna Supaya Pasdaran a Îranê dixe lîsteya terorê
Li Waşintonê pesnê Herêma Kurdistanê û Serok Barzanî tê dayîn
Nivîskarên Kurd: Parastina Rojavayê Kurdistanê parastina Amed û Hewlêrê ye
Li Qamişloyê qedexeya derketina derve hat ragihandin