Zêdetirî 100 berpirsên berê yên cîhanê daxwaz ji Serkomarê Amerîkayê kirine ku reftarê digel Îranê tundtir bike

.

Roja Sêşemî 2ê Cozerdanê, 107 kes ji rêber û berpirsên berê yên cîhanê tevî rexnegirtin ji siyaseta “Co Baydên” li hember rejîma Îranê, bi wajokirina nameyeke hevpar daxwaz ji Serkomarê Amerîkayê “Co Baydên” kirine ku li hember rejîma Îslamî ya Îranê reftarên xwe tundtir bike.

Herwisa wan 107 rêberên berê yên cîhanê, ew nameya wajokirî bo rêberên Kanada, Birîtaniya û Ewropayê şandine.

Çendîn kesayetiyên wek Cihgirê berê yê Serkomarê Amerîkayê “Mayk Pens”, Serokwezîra berê ya Birêtaniyayê “Lîz Tras”, Serokwezîrê berê yê Kanadayê “Istîvên Harpêr” wajokerê vê nameya hevpar in.

Wajokerê vê nameya hevpar daxwaz ji welatên Rojavayî Kirine ku reftarên xwe digel rejîma Îranê tundtir bikin û ji neraziyan li Îranê ku dixwazin rejîma Îranê biguherin, piştevaniyê bikin.

Herwisa di vê nameyê de rû li berpirsên Rojavayî hatiye: “Em lin ser wê bawerê ne ku dema vê hatiye ku rêberiya Komara Îslamî ya Îranê li hember cinayetên xwe bersivdar be. Em ji welatên we dixwazin ku li hewla guherîn li Îranê, piştevaniyê ji xelkê Îranê bikin û li dijî rejîma niha ya Îranê, pêngavên micid hil bigrin. Ew yeka xistina navê Spaha Pasdaran li lîsteyê reş û bersivdana berpirsên rejîmê li derheq cinayetên wan ên li dijî mirovahiyê, li xwe digre”.

Di vê nameyê de rexne ji şêweya desthilata rejîma Îslamî ya Îranê û desthilatdariya “Pehlewiyan” jî hatiye girtin.

Çavkanî: Kurdistan Media

Kurdistan Haberleri

Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt
Koşka Spî ji Kongreyê re name şand: ‘Şerê bi Îranê re qediya’