Zêdebûna kombûnên nerizayetiyê li bajarên Îranê

.

Di berdewamiya kombûnên nerizayetiyê li dijî rejîma Îranê, roja derbasbûyî 8 kombûnên nerizayetiyê li bajarên Îranê hatine lidarxistin.

Pêka nûçeyên hatinî belavkirin, roja Sêşemî 8ê Xakelêweya 1402an a Rojî, di berdewamiya kombûnên nerizayetiyê li dijî rejîma Îranê, 8 kombûnên nerizayetiyê yên weke kombûnên mamosteyan li bajarên “Tewrêz, Bicnûrd, Zencan, Melayêr, Erdebîl, Kirmaşan û Hemedan”ê li hember îdareya Perwerde û Hînkariyê ya wan bajaran hatin lidarxistin.

Ji aliyek dinê ve, li bajarê “Ehwaz”ê malnişînkiriyên Dabînkirina Civakî, li derheq naberpirsbûna berpirsên rejîmê li vî bajarî nerizayetiyên xwe nîşan dan û li hember îdareya giştî a Dabînkirina Civakî li parêzgeha “Ehwaz”ê kom bûn.

Hevwelatiyên nerazî ragihandine heta dema ku daxwaziyên wan ji aliyê berpirsan ve neyên cîbicîkirin li kombûnê xwe yên nerizayetiyê berdewam dibin.

Nuçe: Kurdistan Media

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle