Zêbarî li ser rewşa Iraqê: Iraq di nav aloziyeke siyasî û ewlehiyê ya metirsîdar de ye

.

Endamê polîtburoya PDKê Hoşyar Zêbarî li ser rewşa Iraqê diyar kir, Iraq di nav aloziyeke siyasî û ewlehiyê ya metirsîdar de ye.

Hoşyar Zêbarî li ser twîttera xwe daye zanîn, Iraq di nav aloziyeke siyasî û ewlehiyê ya metirsîdar de ye.

Di berdewamiyê de Zêbarî eşkere kiriye, serokatiyên Iraqê ji ber berjewendiyên xwe yên taybet û redkirina destkeftên hilbijartinê, di parastina welêt ji vê aloziyê de bin ketine.

Herwiha Hoşyar Zêbarî qala biryarên dadgeha federal a Iraqê jî kiriye û gotiye, dadgeh di biryarên xwe de alîgiriyê dike û yên ku zerer jî dike, welatî ne.

Herî dawî Zêbarî bang li hemû aliyan kiriye û gotiye, xwe li ber çavan re derbas bikin û ji bo rizgarkirina niştiman, gavekê paş de bavêjin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle