Zêbarî: Biryara Dadgeha Federalî ya Iraqê Destûrî ye

.

 Endamê polîtburoya PDKê Hoşyar Zêbarî, bi peyamekê, pêşwazî li biryara Dadgeha Federalî ya Iraqê kir û got, mirov dikare bi niyetek baş li ser vê biryarê kar bike.

Hoşyar Zêbarî diyar kir, biryara Dadgeha Federalî ya Iraqê ya vekirina deriyê namzediyê ji bo posta serkomariyê, Destûrî ye. Biryareke dadwerane ye.

Herwiha Zêbarî eşkere kir, Dadgeha Federalî desthilata vekirina deriyê xwe, namzedkirinê ji bo posta serkomariyê ji serokatiya parlementoyê stendiye, lê mafê wê yekê daye parlementoyê ku li ser vekirina deriyê xwe namzedkirinê ji bo wê postê biryar bide.

Zêbarî destnîşan kir, mirov dikare bi niyetek baş li ser wê biryarê kar bike, da ku bê zanîn aliyên pêwendîdar çi qasî rijd in li ser nehiştina astengiyên li pêşiya proseya siyasî ya Iraqê.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle