Dadgeha Bilind a Herêmî ya li bajarê Munîhê yê Almanyayê, cezayê girtîgehê yê heta hetayê li mêrekî Îraqî birî û 9 sal û nîv cezayê girtîgehê li hevjîna wî birî.
Ew her du kes endamên DAIŞê bûn. Wan bi salan du keçên Kurd ên Êzidî kiribûn kole, şkence li wan kiribû û destdirêjî li wan kiribû.
Li gorî daxuyaniya dadgehê û Serdozgeriya Federal a Almanyayê, tohmetbar Tiwana H.yê 43 salî (bi nasnavê Ebû Ebdulah) û hevjîna wî Asya R.ya 29 salî ne.
Van her du kesên zewicî di navbera salên 2015 û 2017an de li wan herêmên Îraq û Sûriyeyê yên ku di bin desthilata DAIŞê de bûn, keçikeke 5 salî û pişt re jî keçikeke 12 salî yên Kurd ên Êzidî wekî kole li cem xwe girtin.
Kar û kiryarên nemirovî
Di darizandinê de derket holê ku her du zarok neçar mane karên navmalê bikin. Bîr û baweriyên DAIŞê bi zorê li wan hatine ferzkirin.
Serdozgeriyê diyar kir ku Tiwana gelek caran destdirêjî li her du keçan kiriye.
Hevjîna wî Asya R. jî hem li berê ne girtiye hem jî ode ji bo wan amade kiriye. Wê her wiha berî destdirêjiyê makyaj ji bo yekê ji keçan kiriye.
Şêwazên şkenceyê
Ji xeynî destdirêjiyê, keçik rûbirûyî şkenceyên giran ên fîzîkî bûne. Dadgehê eşkere kir ku mêr bi melkesê li keçika mezin xistiye.
Jinê jî ava kelandî bi ser destên keçika biçûk de rijandiye. Wekî ceza gelek caran keçik neçar kirine ku demeke dirêj li ser yek lingî bisekinin.
Dema ku dawiya sala 2017an DAIŞ bi bin ket, ev jin û mêr ji Sûriyeyê reviyan lê wan keçên Kurd ên Êzidî azad nekirin. Wan keçik radestî çekdarên din ên DAIŞê kirin.
Her du tohmetbar hatin girtin
Çend salan bi şûn de, Nîsana 2024an hêzên ewlehiyê yên Almanyayê ew jin li bajarê Regensburgê û ew mêr jî li herêma Rothê desteser kirin.
Parêzerê jinê îdia kir ku miwekîla wî bi zorê hatiye zewicandin û pêwendiya wê bi DAIŞê re tune bûye.
Lê piştî darizandineke ku salek û nîvan ajot, dadgehê her du kes bi tohmeta komkujî, sûcên li dijî mirovahiyê û sûcên şer mehkûm kirin.
Rûdaw