Zara Mihemedî hat berdan

.

Mamosteya zimanê Kurdî Zara Mihemedî ya ji bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ku di girtîgeha wî bajarî de girtî bû şeva borî hat berdan. Zara Mihemedî piştî hat berdan got ku wê lêborîn nexwestiye û baweriya wê bi rêya wê tê.

Zara Mihemedî şeva 10ê Sibata 2023an li ser hesabê xwe yê Instagramê vîdeoyek belav kir û got, “Bêyî agahiya min, malbata min, endamên Nojîn û parêzerê min ez bi lez û bez ji girtîgehê hatim berdan, bêyî ku ez û parêzerê xwe daxwaza lêborînê bikin.”

Mihemedî anî ziman, “Min berê bi rêya parêzerê xwe dezgeha dadê agahdar kiribû ku ez qet lêborînê naxwazim.”

Zara Mihemedî di dewama vîdeoyê de got, “Baweriya min bi rêya min tê û heta dawiya jiyana xwe ez ê li ser ramanên xwe bim.”

Di 16ê Sibata 2020an de, liqê yekê yê Dadgeha Şoreşa Îslamî ya Sineyê, bi tawana “avakirina kom û komeleyan ji bo têkdana ewlehiya neteweyî” 10 sal cezaya girtîgehê li Zara Mihemedî birîbû lê dadgeha îstînafê ya parêzgeha Sineyê cezaya wê daxiste 5 salan.

Mamosteya zimanê Kurdî û Rêvebera Encûmena Çandî ya Nojînê Zara Mihemedî roja 08.01.2022an ji bo temamkirina cezaya xwe ya 5 salan çû girtîgehê.

Dadgeha Şoreşê ya Sineyê, Zara Mihemedî bi têkdana ewlekariya neteweyî ya Îranê tohmetbar kiriye lê ew dibêje ku tenê ji ber hînkirina zimanê Kurdî hatiye cezakirin.

Zara Mihemedî Rêvebera Encûmena Çandî ya Nojînê bû. Ev rêxistin bi giranî di warê hînkirina ziman, çanda Kurdî û alîkariya mexdûran de çalak e. Encûmen bi fermî ji aliyê Wezareta Navxwe ya Îranê ve hatiye destûrkirin.

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt