Zanayê Kurd Elî Qeredaxî bû Serokê Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Misilman

.

 6emîn Lijneya Giştî ya Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Misilman doh li Dohaya paytexta Qeterê dest pê kir.

Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Misilman Dr. Elî Mihyedîn Qeredaxî ku yek ji damezrînerên vê yekîtiyê ye îro wekî serokê yekîtiyê hat hilbijartin.

Elî Qeredaxî ji sedî 91ê dengên kesên ku beşdarî kongreya Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Misilman bûbûn wergirt.

Zanayê Îslamê yê Kurd Elî Qeredaxî di sala 2004an de bi komek zana re Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Misilman ava kir.

Dr. Elî Qeredaxî di Tîrmeha sala 1949an de li gundê Newtiyê yê navçeya Qeredaxê ya parêzgeha Silêmaniyê ji dayîk bûye.

Qeredaxî li gundê xwe yê Nawtiyê dest bi perwerdeyê kiriye û di vê demê de hemû Qurana Pîroz jiber kiriye.

Paşê çûye Silêmaniyê û ji Şêx Mistefa Qeredaxî îcazet wergirtiye. Ji mamê xwe Şêx Necmedîn û alimên Silêmaniyê ders stendiye.

Elî Qeredaxî piştre jî çûye Bexdayê. Li wir li cem alimên bi nav û deng ên Îraq û Kurdistanê, yên wekî Mele Ebdulkerîm Muderîs û Şêx Ebdulqadir xwendina xwe berdewam kir.

Di sala 1969an de ji Enstîtuya Îslamî bi pileya yekem mezûn bûye û şalek şûn de di sala 1970î de îcazeya meletiyê wergirt.

Di sala 1975an de li Bexdayê beşdarî Koleja Îmam Ezam dibe û lîsansa şerîeta îslamî dixwîne.

Qeredaxî di sala 1980î de diçe Misirê û li wir li Fakulteya Şerîet û Hiqûqê ya Zanîngeha El-Ezherê di hiqûqa berawirdî de bawernameya masterê wergirt.

Di sala 1985an de li heman zanîngehê di warê peyman û danûstandinên darayî de doktoraya xwe bi pileye yekem a rûmetî wergirt.

Di sala 1988an de bi komek alim û rewşenbîrên Kurd re Yekîtiya Kurd-Îslamî ava kir.

Zêdetirî 100 gotar û bi dehan pirtûkên Elî Qeredaxî yên bi Erebî hene. Hin pirtûkên wî wergerandine Kurdî û zimanên din.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Berpirsê PWK Orhan Kaya Li Dihokê seredana PDKê kir
Mustafa Özçelîk: Me hevdîtineke berhemdar bi rêzdar Kemal Burkay re pêk anî
Nêzîkî 700 hezar ciwan di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de kar dikin
Medya Rûsî: Deshilata Şamê ji Rûsyayê xwest polîsê leşkerî vegere nav Sûriyê
Sûriye û Iraqê li hev kir: Xeta boriya petrolê ya Kerkûk-Banyasê wê bê nûkirin