YSK: 36 partiyên siyasî dê beşdarî hilbijartinê bibin

.

Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK)  Ahmet Yener ragihand ku 36 partiyên siyasî dê beşdarî Hilbijartina Serokomarî û Hilbijartina Parlamenteriyê ya Heyama 28an ya di 14ê Gulanê de bibin.

Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) îro Şemiyê 11ê Adara 2023an bi armanca destnîşankirina partiyên ku mafê wan heye beşdarî hilbijartinên îsal bibin civînek saz kir.

Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê Ahmet Yener piştî civîna der barê hilbijartina ku wê di 14ê Gulana 2023yan de bê çêkirin, daxuyanî da rojnamevanan.

Ahmet Yener ragihand ku 36 partiyên siyasî dê beşdarî hilbijartinên di 14ê Gulanê de bibin.

Li gorî Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê, Partiya Edalet-Yekîtiyê, Partiya Edaletê, AK Partî, Partiya Anavatanê, Partiya Tirkiyeya Serbixwe, Partiya Yekîtiya Mezin, Partiya Tirkiyeya Mezin, Partiya Gel a Komarî, Partiya Pêngav û Demokrasiyê, Partiya Çepgir a Demokratîk, Demokrat Partî, Partiya Kedê, Partiya Pêşeroj, Genç Partî, Partiya Yekîtiya Hêzê, Partiya Maf û Azadiyan, Partiya Rizgariya Gel, Partiya Demokratîk a Gelan, Partiya Doza Azad, ÎYÎ Partî, Partiya Welat, Partiya Gel, Partiya Tevgera Neteweperest, Partiya Rêya Neteweyî, Partiya Seadetê, Partiya Guherînê ya Tirkiyeyê, Partiya Karkeran ya Tirkiyê, Hereketa Komunîst ya Tirkiyeyê, Partiya Komunîst a Tirkiyê, Partiya Welêt, Partiya Refahê Jinûve, Partiya Nûbûnê, Partiya Tirkiyeya Nû, Partiya Keskan û Siberoja Çep û Partiya Zafer dê beşdarî hilbijartinê bibin.

Kurdistan Haberleri

Pîr Deyan Cefer: Nêzîkî 100 hezar zarokên Êzidî li koçberiyê ji dayik bûne
Berdevkê AK Partiyê: Divê HSD jî çekan deyne
Aslanê ku hestiyên kurê xwe di qutiyê de wergirtibû: Kesên wekî min êşbar aştiyê dixwazin
Bêrîvan Aymaz: Ez dixwazim berpirsiyariya bajarê Kolnê bigirim ser xwe
Midyad: Kurdên Êzidî piştî bi dehan salan vedigerin warê bav û kalan