YPGê êrîşî hêzên Tirkiyê kir

Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, di encama êrîşekê de bo ser binkeyeke serbazî ya Tirkiyê, 2 leşkerên wî welatî birîndar bûn.

Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, di encama êrîşekê de bo ser binkeyeke serbazî ya Tirkiyê, 2 leşkerên wî welatî birîndar bûn.

 

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihandiye, li Herêma Efrînê êrîşî binkeyeke leşkerî ya wî welatî hatiye kirin.

 

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ku êrîş ji herêma Til Rifetê ve hatiye kirin û di êrîşê de çekên dije tank hatine bikaranîn.

 

Bajarê Til Rifetê navenda herêma Şehbayê ye, ku dikeve başûrê rojhilatê Efrînê û hêj ew herêm di bin kontrola Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de ye.

 

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê, YPG bi encama vê êrîşê tohmetbar kiriye, lê YPG bi xwe heta niha derbarê bûyerê de ti daxuyanî nedaye.


 

Tirkiyê di dawiya sala 2017an de tevî grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê êrîşî Efrînê kirin û di 18ê Adara 2018an de ew herêma Rojavayê Kurdistanê dagîr kirin.

 

Piştî wê yekê, Rêveberiya Xweser a Kantona Efrînê û hêzên YPGê ber bi herêma Şehbayê û bajarê Til Rifetê ve paş ve vekişiyan. Herwiha bi dehan hezar xelkê Efrînê jî ku ji ber êrîşa Tirkiyê aware bibûn, niha di 5 kampên li wê herêmê de dijîn.

Siyaset Haberleri

Rûsya jî dê ji OPECê vekişe?
Kurd di berzexa şer û lihevhatina sar a Amerîka û Îranê de
Çarçoveya Hevahengiyê namzedê Serokwezîriyê diyar kir
Amerîkayê hişyarî da welatiyên xwe: Di ser Îraqê re nefirin
Almanyayê notaya protestoyê da Rûsyayê: Gefên we me natirsînin