Yêmen: 15 hezaran zêdetir sivîl hatine kuştin!

Yekîtîya Şopandina Binpêkirina Mafên Mirovan a Yêmenê dîyar kirîye ku ji ber şerê ku 5 sal in li welêt dewam dike 15 hezar û 420 sivîl hatine kuştin, kêmzêde 23 hezar sivîl jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan- Yekîtîya Şopandina Binpêkirina Mafên Mirovan a Yêmenê dîyar kirîye ku ji ber şerê ku 5 sal in li welêt dewam dike 15 hezar û 420 sivîl hatine kuştin, kêmzêde 23 hezar sivîl jî birîndar bûn.

Li malpera yekîtîyê ji bo "10ê Berfanbarê Roja Mafê Mirovan a Dinyayê" rapor hatîye weşandin. Di raporê da hat destnîşankirin ku li Yêmenê ji derbeya Hûsîyan vir da 5 sal in şer dewam dike, di encama vê da ji bo welatîyan rewşa trajîk derket holê.

Di raporê da hat destnîşankirin ku li Sanaya paytext û hin herêmên Hûsî kontrol dikin ji îlona 2014an hetanî cotmeha 2019an 15 hezar û 420 sivîl hatin kuştin, 22 hezar û 916 sivîl jî birîndar bûn.

Dîsa di raporê da hat gotin ku li welêt 4 hezar û 272 sivîl hatin revandin, 6 hezar û 352 zarok jî çekdar kirin. Agahî nehat dayîn ku tiştên qalê dikin li kîjan herêmê û bi destê kê hatine kirin.

Di raporê da hat dîyarkirin ku li gelek bajaran ji ber mayînên Hûsîyan bi cî kirine 1300 sivîl mirin, bangî civaka navneteweyî kirin ku bira bilez tevbigerin.

Çavkanî: Bianet

Afrîka Haberleri

Trump piştî lûtkeya dîrokî ya bi Putin re peyam da Zelenskyy
Ji 25 welatan hişyarî: Îran hewl dide muxalîfên derveyî welat bikuje û birevîne
Serok Barzanî û Qasim Erecî çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kir
Abbas Vali: Ocalan 27 sal berê di hevdîtina me de gotibû, têkoşîna çekdarî gihîştiye qonaxa dawî
Fransa: Em hêvî dikin Şam sozên bo Kurdan bicih bîne